Write For Us

Gencîneya Herî Mezin : Learn Kurdish with subtitles - Story for Children "BookBox.com"

E-Commerce Solutions SEO Solutions Marketing Solutions
95 Views
Published
► Buy the book in English: Amazon(US) Kindle: https://amzn.to/2UyxjM6 Amazon(India) Kindle: https://amzn.to/2VprRPX
_______________________________________________________________
Peter has set out on a treasure hunt. Will you care to join him?

Gencîneya Herî Mezin
Ji alî Amît Garg
Rojekê,
Peter nexşeyeke gencîneyê dît.
“Hêêy!
Ez ê vê gencîneyê
bibînim
û hin macerayan bijîm!”
qîriya ew.
Peter bi rê ket.
Ew rêyeke dirêj meşiya
û dawiya dawîn gihişt
daristanekê.
Ew li wir rastî Şêr hat
“Tu xurt
û wêrek î,”
got Peter ji Şêrî re.
“Tu yê bi min re werî
nêçîra gencîneyê?”
Şêr pejirand
û tevlî Peterî bû.
Daristan himbiz
û tarî bû.
Peter tirsiya,
lê Şêr
ligel wî bû,
ew bi ser ket.
Gava ew herdu
dawiya dawîn
gihiştin çiyayî,
rastî Eyloyî hatin.
“Çavên te pir baş dibînin
û dikarî me hişyar bikî
ji bo xetereyan,”
got Peter ji Eyloyî re.
“Tu yê bi me re werî?
Em li gencîneyekê
digerin!”
Eylo pejirand
û tevlî Peter
û Şêrî bû.
Çiya bilind û
asê bûn.
Şêr şemitî,
lê Peter bi qasî ku
destê xwe dirêjî wî bike
û wî bikişîne jor lezgîn bû.
Eylo,
Bi dîtina xwe ya tûj,
çavdêriya hemû gavên
wan kir.
Di demeke kurt de,
ew gihiştin
geliyê jêrê
ku li wê derê rastî Mêşinê hatin.
“Tu yê tevlî me bibî
di lêgerîna me ya
gencîneyekê?”
Peter pirsî ji Mêşinê re.
“Û me germ bikî
di sermahiyê de?”
Mêşin pejirand
Û tevlî Peter,
Şêr û Eyloyî bû.
Bayeke sar
rabû li seranserî
mêrga bêdawî.
Ew hemû xwe spartin
Mêşinê ku
ew germ û
xweş kirin.
Her çar
dawiya dawîn gihiştin çolê ku,
ew rastî Hêştirê hatin.
“Ji te re dibêjin
keştiya çolê,”
got Peter ji Hêştirî re.
“Tu yê alîkariya me bikî
ji bo em derbas bibin
û tevlî lêgerîna gencîneyê jî bibî?”
Hêştir pejirand.
Peter, Şêr û Mêşin
li Hêştirî siwar bûn
û bi kêfxweşî ber bi
çola mezin ve ketin rê
ligel Eyloyê ku
ji jor ve kêfa dîmenê dikir.
Hêştir rabû çargavê
û her kes
bi coş kir qîrînî.
Derbasbûna çolê
li ser Hêştirî
biperoş bû!
Ew her pênc
dawiya dawîn gihiştin
okyanosê ku
rastî Reqê hatin.
“Tu dikarî alikariya me bikî
di derbasbûna okyanosê de?”
Peter pirsî ji Reqê re.
“Em li ser
nêçîrekê gencîneyê ne.”
Req pejirand
û tevlî Peter,
Şêr, Eylo, Mêşin û
Hêştirê bû.
Pêlên dijwar
hindik mabûn ku komê bixeniqînin,
lê Req bi hostetî ew
derbasî aliye din kirin.
Li aliye din ew
rastî Kundî hatin.
Kund bi zanatiya
xwe ya qedîm axivî:
“Her bijî,
we gencîne
peyda kir.”
“Ka li ku derê ye?”
hemû qîriyan
bi şaşwazî.
“Hûn bi hev re
ji daristanê derbas bûn,
hilkişiyan serê çiyan,
bi wêrekî di gelî de meşiyan,
we ceger kir derbasbûna çolê,
û hûn ji okyanosê derbas bûn.
Hûn ê qet bi ser neketana
ku yek ji we tune bûya.”
Ew hemû
li hevûdu nihêrtin
û tê gihiştin ku
Kund mafdar bû.
Ew hevaltiyê
peyda kiribûn!
Bi rastî,
wan gencîneya
herî mezin a hetahetayî dîtibû!

Translation and Narration: Arjen Bêvan for Add My Language, a volunteer driven activity at BookBox. To know more email: [email protected]
Illustrations: Stoopid Animations
Music: Holger Jetter
Animation: BookBox

FREE Apps for iPads & iPhones: http://www.bookbox.com/ios
FREE Apps for Android phones & tablets: http://www.bookbox.com/android
Many more stories, languages & multiple subtitle options: http://www.bookbox.com

#BookBox #BookBoxKurdish #Learn2Read
Category
English Languages
Sign in or sign up to post comments.
Be the first to comment